1. Filma dawî ya (bnr: ali kemal çınar) e. Di vê filma xwe de ji ser pirsgirêkek camêrekî bal kişandiye ser pirsgirêka miletekî. Ji bo vê yekê hebekî polîtîk tê hesêb. bi hişmendiyek cûda nêrînek nû ava dike di qada pirsgirêka zimên de. Ji ber wê film bala min gelek kişand. osman di senayiyê de xwediyê dikanekî ye tevê şirîkê xwe. Karê wê di cih de ye, debara xwe pê dike lê nezewiciye û ji ber tenê nemîne dixwaze bizewice. Ji ber pirsgirêka osman kes lê nanêre. Pirsgirêk ev e ku osman nikare du kara bi hev re bike. Mînak bi keçikekê re diçin rûdinin û tiştekî wê vebixwin. Osman heger vexwe heta wêî tiştî neqedîne nikare bipeyive an bipeyive nikare wî tiştî vexwe. Keçik bi vîya dihesin şûnde yekcarî jê dûr dikevin. Xalekî din bala me dikşîne ku der û dora osman hemû kurdî diaxive lê bes osman tirkîya amedîya dipeyive. Rojekî mamosteyek lê digere ji ereba xwe û bi tirkî dipeyive lê osman jê tika dike ku kurdî biaxive lê vê tika xwe jî bi tirkî tîne ziman. Belê bi vê awayê ji hevdû fam dikin. Mamoste ji bo pirsgirêka ereba xwe tê dikane û jê dipirse ka ev çi meseleya zimane û osman bi vê hevokê pirsgirêka miletekî bişavtî tîne ziman "zimanê ku pê diaxivim fam nakim, zimanê ku jê fam dikim nikarim biaxivim". Û ji bo vê çi astengî dîtine yeko yeko vedibêje ji mamoste re. Mamoste jê re dibêje ku ev encama nîv hînbûna zimanê dayikê ye û jê re hînbûna zimanê kurdî pêşniyar dike. osman jî qebûl dike û diçe qursa ziman. Pişt re ji diya xwe dipirse ku ev pirsgirêka wê ya nikare du kara bi hev re bike kêngî destpê kiri ye. Diya wê tîne bîra xwe dibêje "tu diçûy dibistanê rojekî tu giriyay û hatî. Te got ji ber ku min kurdî qise kiriye mamoste li min xistiye, carek din bi min re kurdî qise nekin. wê rojê de ye ev pirsgirêka li te derketiye". Osman diçe qursa ziman û dinêre tenê nine. Gelek meriv mîna wê hene. Û carna diaxive jî. Êdî ne mîna berê ye. Di dawiyê de em erebeyek ku dixwaze di navbera du erbeyan de park bike dibînin. Erebe piştî çend ceribandinî cih dide xwe û dawî. Li ser meseleyek muhîm sekiniye û pirsgirêka ziman û nebûna dewletê bi awayek fambar aniye pêş çavê me. Karin ji vir temaşe bikin: vîdyoyê veke |
|
24.04.2020 20:37 ~20:39 |
rizgarm
|
2. Fîlmê ku min îşev sêr kir. Fîlm tweetê trollekî ya jêrê anî bîra min, her çiqas ji bo tirane xwe bîne parvekiribe jî dîsa ji me ra mesajekî rastiyê nîşan dide. Ev tişt Ji boyî wan komîk ji boyî me trajedî ye, werhasil tiştekî Trajîkomîk e. |
|
26.04.2020 02:32 ~02:41 |
mîr
|
3. mijara fîlmê xwestî bal bikşîne li ser, mijarek girîng e. Lê mixabin lîstikvan zehf xirab bûn. lîstikvanîyek evqas çêkirî jî nabe lo! yanî mirov ji ber lîstikvana nikare fîlmê xilas bike. bila kes vê wek êrîşekê qebûl neke. ev rexneyek e. |
|
26.04.2020 04:30 |
soryazyus
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |